Mesrur Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e

Misteşarê Konseya Ewlehî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku pirsgirêka me bi Bexdayê re ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e, siyasî û neteweyî ye.

13 Adar 2018 - 05:01
13 Adar 2018 - 05:01
 0
Mesrur Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e

Misteşarê Konseya Ewlehî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: "Demên borî di navbera herdu aliyan de hinek hevdîtin hatin kirin. Pirsgirêka Kurdistanê û Bexdayê tenê mijara şandina mûçe û vekirina balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ye. Pirsgirêka sereke ya Kurdistanê siyasî û neteweyî ye."

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bexda madeyên Destûra Bingehîn bi cih nayîne. Divê hemû madeyên destûrê werin bicihanîn, nayê qebûlkirin ku li gor kêfa xwe hinekan bi cih bînin û hinekan bihêlin."

Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rewşa herêmên Kurdî ku li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin. Li gor madeyên Destûra Bingehîn divê kêlî berî kêliyekê rewşa van herêman normalîze bibe."