NASAyê aşkere kir: 7 gerstêrkên nû hat dîtin, dibe li ser 3yan av hebe

NASAyê di wê civîna çapemeniyê de ku hemû cîhan li bendebûn aşkere kir ku 7 gerstêrkên nû hatin dîtin. Li gorî NASAyê dibe ku li hin ji wan av hebe.

22 Sibat 2017 - 17:39
22 Sibat 2017 - 17:39
 0
NASAyê aşkere kir: 7 gerstêrkên nû hat dîtin, dibe li ser 3yan av hebe

NASAyê di wê civîna çapemeniyê de ku hemû cîhan li bendebûn aşkere kir ku 7 gerstêrkên nû hatin dîtin. Li gorî NASAyê dibe ku li hin ji wan av hebe.

NASAyê 7 gerstêrkên nû keşif kir ku 40 salên roniyê dûrî dinyayê ne.

NASAyê ji bo gerstêrkên ku ji devreyî Sîstema Rojê hatine dîtin, civîneke çapemeniyê ya girîng lidar xist.

[7 gerstêrkên ku NASAyê aşkere kirin]
© Foto: NASA/Caltech
7 gerstêrkên ku NASAyê aşkere kirin

Ji bo van gerstêrkên ji devreyî Sîstema Rojê ne û li dora stêrkan digerin navê "exoplanet" hat bikar anîn û wisa tê fikirîn ku bi dîtiran van gerstêrkan re wê ji bo keşfa zindîwerên ji devreyî dinyayê yên di gerdûnê de bingeheke girîng ava bibe.

Ji hêla girseyiyê û mezinahiyê gerstêrk dişibin dinyayê û hat ezanîn ku wê gerstêrk ji bo jiyanê taybetmendiyên girîng di nava xwe de dihewînin.

Ji bo 3 gerstêrkan hate diyar kirin ku dibe av li ser wan hebe û nêzîkî dinyayê ne. Herwiha ji bo lêkolînê teleskopên herî baş ji bo vî karî hatine bikaranîn.

...
0 0