Nêçîrvan Barzanî: Alozkirina pirsgirêkan ne di berjewendiya ti aliyekî de ye
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Hezîrana 2022an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de dawî pêşhatên rewşa Iraqê û zehmetiyên li pêş proseya siyasî, pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê, hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê, proseya çaksazî li Wezareta Pêşmerge, yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de amaje bi wê hate kirin ku her du alî hevnêrîn in li ser girîngiya gihîştina hêzê û aliyên Iraqê bi hevtêgihîştinê ji bo derbaskirina astengiyên li pêş proseya siyasî û pêwîstiya parastina aramiya rewşa ewlehî û siyasî li welat. Her wiha tekezî li pêwîstiya baştirkirina xizmetguzariyan li welat hate kirin.
Derbarê pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, kilîta aramiya û çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye, alozkirina pirsgirêkan jî nakeve berjewendiya ti aliyekî de û ti kes tê de serkeftî nabe.
Ji aliyekî din ve, girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Bexdayê, hevakarî û hevahengiya di warê rûbirûbûna tawan û madeyên hişber dem pirsa koç û koçberan û pêşhatên herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.