Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kilîta çareserkirina kêşeyên Iraqê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Komîteya Dostaniya Fransî – Iraq li Senatoya Fransayê li ser pêşvebirina pêwendiyên xwe yên ligel Bexda û Hewlêrê civiyan.

9 Hezîran 2022 - 11:48
9 Hezîran 2022 - 11:48
 0
Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kilîta çareserkirina kêşeyên Iraqê ye

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, berî nîvroya îro pênçşemê 09.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyeka Komîteya Dostaniya Fransa – Iraq li Senatoya Fransayê ya bi serokayetiya xanim Nicole Nuranton kir. Ew şande ji hejmarek ji Endamên Komîteyê û Konsolê Giştiyê Fransayê li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.

Hat diyarkirin, di hevdîtinê de, şandeya mêvan piştgîriya Fransayê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û rêz û pêzanînên xwe ji bo qurbaniyên Pêşmerge û rola wan ya di têkşikandina DAIŞê de nîşan da, her wiha dûpat kirin ku Fransa bi giringî ve li dostaniya xwe ya digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşde bibe.

Herwiha hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve, bi navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgîriya serbazî, mirovî û siyasî ya Fransayê bo Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Fransayê kir û xweşhaliya xwe bi serdana şandeyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha balkişand li ser dostînî û peywendiya dêrîn ya di navbera Herêma Kurdistan û Fransayê de.

Di derbarê rewşa Iraqê da jî, Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kiriye ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kilît çareserkirina hemû arîşeyên Iraqe ye, û balkişand ser giringiya rola civaka navdewletî, Fransayê bi taybetî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê alîkariyê bikin.

Pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê, rewşa navçeya Şingalê û navçeyên maddeya sed û çil ya destûrê, metirsiya terorê, kiryar û êrîşên DAIŞê, rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.