Necmedîn Kerîm: Çendîn caran milîsên Îranê gef li min kirine

Parêzgarê Kerkûk Necmedîn Kerîm ji radyoya NPR ya Amerîkî re got: "Çendîn caran milîsên ser bi Îranê ve pêwendî bi min re kirine û daxwaz ji min dikirin ku vegerim malê û mebesta wan jî ew bû ku min bikujin."

12 Mijdar 2017 - 06:08
12 Mijdar 2017 - 06:08
 0
Necmedîn Kerîm: Çendîn caran milîsên Îranê gef li min kirine

Derbarê guhertinên piştî 16ê Cotmeha derbasbûyî li Kerkûkê, Necmedîn Kerîm tekez kir: "Ew tiştê li Kerkûkê çêbû, xiyanet bû hevberî nasnameya wî bajarî, Kerkûk her beşêkî Kurdistanê ye û bazar li ser nasnameya wê nayê kirin."

Herweha Kerîm got: "Mixabin Amerîkî û Ewropî beramberî pirsa Kurdî durû bûn, me jî berî niha bi eşkere digot: Referandum nayê wateya ragihandina serxwebûnê yekser piştî referandumê."