Netanyahu li ser kuştina Xamineyî axivî: ‘Çi pêwîst be em dê bikin’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje bi kuştina Elî Xamineyî da û got, “Çi pêwîst be em dê bikin.”

17 Hezîran 2025 - 12:42
17 Hezîran 2025 - 12:42
 0
Netanyahu li ser kuştina Xamineyî axivî: ‘Çi pêwîst be em dê bikin’

Benjamin Netanyahu civîneke medyayî saz kir û amaje bi kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî da.

“Çi pêwîst be em dê bikin”

Netanyahu amaje pê kir ku ew dikarin suîqestekê pêk bînin û got:

“Ez li pêşberî raya giştî qala hûrgiliyên plana me nakim lê çi pêwîst be em dê bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha got, “Me asmanên Tehranê kontrol kirine” û diyar kir ku wan sîstemên radarê û nîvê dronên Îranê jî ji holê rakirine.

Wî bi bîr anî ku wan li avahiya Televîzyona Dewletê ya Îranê xistiye û ew dê hinek êrişên xwe yên din jî eşkere bikin ku wan îro pêk anîne.

Li gorî gotina Netanyahu, wan heta niha 10 zanayên atomî yên Îranê kuştine û wan bi awayekî dijwar êrişî Tesîsa Nukleer a Netenzê jî kiriye.

Benjamin Netanyahu, ji ber piştgiriya ku dide spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.