Nûçegîhanê robot ê bi hişê çêkirî yê Kurdî 'Rony' dê nûçeyan binivîse

Botan Internationalê ragihand ku nûçegîhanê robot ê bi hişê çêkirî yê Kurdî 'Rony' dê di sala 2023an de dest bi kar bike.

12 Berfanbar 2022 - 05:06
12 Berfanbar 2022 - 05:06
 0
Nûçegîhanê robot ê bi hişê çêkirî yê Kurdî 'Rony' dê nûçeyan binivîse

Botan International a di warê rojnamegeriya Kurdî de lêkolîn û xebatan dike û perwerdehiya rojnamegeriyê dide diyar kir ku amadekariyên xebata nûçegîhanê robot ê bi hişê çêkirî yê Kurdî 'Rony' bi dawî bûne.

Botan Internationalê li ser hesabê xwe fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Rony rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike Kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke.”