NY: Li Kerkûk û Tûzxûrmatû 136 hezar kes koçber bûne

Li gorî ragihandina Neteweyên Yekbûyî (NY) 136 hezar sivîlên ku piraniya wan kurd bûn ji ber êrişên Haşdî Şabî ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn.

24 Cotmeh 2017 - 03:39
24 Cotmeh 2017 - 03:39
 0
NY: Li Kerkûk û Tûzxûrmatû 136 hezar kes koçber bûne

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq di axaftina xwe de got: "Îdareya penaberên Neteweyên Yekbûyî pêwistiya malbatên ku ji ber tirsa şer û pevçûnan ji Kerkûk û ji herêmên bi nîqaş derketibûn av, xwarin û stargeh dabîn kirin."

Farhan Haq di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyên îdareya rêvebiriyê piraniya malbatên ku koçber bûnê dê vegerin malên xwe û hinekên mayîn jî wê di baregehên demkî de bin."