Parlamenterê berê yê HDPyê hat girtin, 77 salî ye
Parlamenterê berê yê HDPyê yê Agiriyê Halîl Aksoyê 77 salî hate girtin.
Halîl Aksoyê ku cezayê girtîgehê lê hatibû birîn hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir Girtîgeha Metrîsê.
Ji ber nexweşiyên wî yên giran û tenduristiya wî ya xerab hat xwestin ku Aksoy bê berdan.
Derbarê girtina Aksoy de Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan li ser hesanê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
Parlamenterê me yê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy ji ber cezayê ku lê hatiye birîn doh serê sibê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.
Yên ku ji bo çete û bikujan hiqûqê ditewînin wan diparêzin, bi hiqûqa dijminatiyê nêzikî siyasetmedar û mixalîfan dibin.
Em soz didin ku em dê vê bê edaletiyê û pergala kurmî biguherin.
Aksoyê 77 salî û pirsgirêkên wî yên cidî yên tenduristiyê hene, divê demildest bê berdan û cezayê wî bê paşxistin.”