PDK: Piştrast bûye ku aştî Tirkiyê aram dike

Hêmin Hewramî pêşwazî li cîgirê konsulê Tirkiyê kir

18 Berfanbar 2016 - 15:41
18 Berfanbar 2016 - 15:41
 0
PDK: Piştrast bûye ku aştî Tirkiyê aram dike

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî ragihand ku li gorî salên borî piştrast bûye ku aştî, Tirkiyê aram dike û ew wek PDK ligel pêvajoya aştiyê ne.

Îro li Pîrmamê, Hêmin Hewramî pêşwazî li cîgirê konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê Erselan Celalî kir û di wê hevdîtinê de Hewramî behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Herêma Kurdistanê di nava van arîşe û kirîzên deverê de kariye roleke erênî di hemû pirsan de bilîze, nexasim di pêwendiyên xwe de ligel welatên herêmê de.”

Hêmin Hewramî derbarê şerê Mûsilê û serkeftinên Pêşmerge jî axivî û ew serkeftin tiştekî dîrokî bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê da zanîn û got, ji ber ku Pêşmerge karî bi berxwedaniya xwe tirsonektirîn dijminê jiyanê jinav bibe, ew jî bi alîkarî û piştevaniya civaka navdewletî.

Hêmin Hewramî ragihand: “Divê Tirkiyê roleke zêdetir derbarê vê yekê de bibîne ji ber xwedî pêgeh û bandor e li navçeyê.”

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî behsa pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî kir û ragihand ku li gorî salên borî piştrast bûye ku aştî Tirkiyê aram dike û ew wek PDKê ligel pêvajoya aştiyê ne.

Ji aliyê xwe ve, Erselan Celalî rola gelê Kurdistanê di van herdu salên borî de bilind nirxand û ragihand ku pêwîst e pêwendiyên Hewlêr û Enqere bigihên asteke bilindtir.