Pêşmerge êrişa Heşdî Şabî têkbir

Îro şer û pevçûnên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeibî de 12 zirxpoş û wesayîtên leşkerî yên Heşdî Şeibî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin têkşikandin.

20 Cotmeh 2017 - 06:02
20 Cotmeh 2017 - 06:02
 0
Pêşmerge êrişa Heşdî Şabî têkbir

Biryar bû piştî bûyerên Kerkûkê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê vegerin bo xeta 2014ê Pêşmerge lê bû, ew jî rawestgeha Şêrawe ya di navbera Hewlêrê û Kerkûkê ye û naha hêzên Pêşmerge li wê deverê cîh girtiye.

Ji ber bûyerên Kerkûkê hêzên Pêşmerge vegeryabû rawestgeha Şêrawe û bajarokê Pirdê vala kiribûn.

Rojên borî bendewarî hebûn ku çekdarên Heşdî Şeibî bên Pirdê, lê her carê çend Hummerên wan dihatin û vedigeriyan.

Îro çekdarên milîs ên Heşdî Şeibî ketin kemîna hêzên Pêşmerge û di pevçûna yekem de 12 Hummer ên wan hatin têkşikandin.

Armanca hatina wan hêzane dest danîna ser bajarokê Pirdêye û bo vegerandina xet û sînorên 2014ê ya Pêşmerge û artêşa Iraqê ye.

Naha çekdarên milîs ên heşdî şeibî ketine nav Pirdê û biryare zêdetir leşker bînin.