Pêşmergeyên xwebexş êrişî navenda asayîşa Kerkûkê kirin

Hat ragihandin ku pêşmergeyên xwebexş li rojhilatê Kerkûkê êrişî baregeheke leşkerê iraqê kir. Di êrişê de 9 leşker hatin kuştin.

6 Mijdar 2017 - 04:54
6 Mijdar 2017 - 04:54
 0
Pêşmergeyên xwebexş êrişî navenda asayîşa Kerkûkê kirin

Li gorî zanyariyên berdest ku dispêrên çavkaniyên leşkerî, pêşmergeyên xwebexş li rojhilatê Kerkûkê li hemberî navenda asayîş a artêşa Iraqê êrişeke bombeyî li dar xistin.

Pêşmergeyên xwebexş şevê din li hemberî navenda asayîş a artêşa Iraqê ku li rojhilatê Kerkûkê bicih bûne û bi navê ‘Şirtey Îlhap' têne naskirin bi bombeyên B7 êrişek pêk anîn. Li gorî çavkaniyên herêmî di êrişê de 9 leşkerên asayîşa artêşa Iraqê hatin kuştin û 53 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî malpera Nêrînaazad, hejmara kuştî û birîndarên asayîşa taybet a Iraqê ji karmendên nexweşxaneyên herêmê hatine wergirtin û di êrişê de ti ziyana pêşmergeyên xwebexş çênebûye.