PYD bersiva daxuyaniya Beşar Esed da

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di hevdîtinekê bi kenala RT re gotibû, PYD û Amerîka petrola Sûriyê dibin derveyî Sûriyê. Herwiha gotibû, PYDê bihane da Tirkiyê ku êrîşî bakurê Sûriyê bike.

12 Mijdar 2019 - 03:54
12 Mijdar 2019 - 03:54
 0
PYD bersiva daxuyaniya Beşar Esed da

Li ser vê daxuyaniya Serokê Sûriyê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed da.

PYDê di daxuyaniya xwe de got: PYDê ji sala 2011an hêza siyasî ya herî zêde ye ku banga çareseriya Sûrî - Sûrî kiriye. Herwiha berê û niha jî li dijî destêwedana derveyî ye, lê hikumeta Sûriyê bi siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe ji çareseriyên siyasî û demokratîk dûr xist.

Herwiha PYD di daxuyaniya xwe de dibêje: Diviyabû rejîma Sûriyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekê HSDê û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribane, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyaniyên Esed yekitiya me ya li dijî dagîrkeriya Tirk lewaz dike.

PYD dibêje: Ev daxuyaniyên şofanîst bûn sedema sereke ku rewşa Sûriyê ya niha, xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê neke û xizmeta dijminê Sûriyê û destêwerdana derve di Sûriyê de dike.

Di dawiya daxuyaniya PYDê de hatiye: Em bang li tevahiya gelê Sûriyê û hêzên siyasî di nav de hikumeta Sûriyê dikin ku destê xwe ji wan kiryar û daxuyaniyan berdin û em bi hev re kar bikin ji bo vedîtina çareseriyek demokratîk û adil.