Qedexeya li ser Şirnexê bi temamî hat rakirin

Qedexeya derketina derve a li ser Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî û Hezexê a ku ji serê salekê ye dem bi dem dihate ragihandin bi temamî hate rakirin.

10 Avrêl 2017 - 06:31
10 Avrêl 2017 - 06:31
 0
Qedexeya li ser Şirnexê bi temamî hat rakirin

Qedexeya li ser Şirnex, Cizîr, Silopî û Hezexê a ku di navbera saetên 23:00 û 02:30an de dihate ragihandin, bi temamî hat rakirin.

Derbarê rakirina qedexeyê de walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku wan qedexeya qismî îro (10.04.2017) bi temamî rakirine.