Îro li tevahiya Bakurê Kurdistanê dê baran bibare
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û li Herêma Deryaya Reş, rojhilatê Herêma Marmarayê, Herêma Deryaya Naverast û beşeke Herêma Egeyê dê baran dibare.
Bi taybetî li parêzgehên Sêwaz, Dîlok, Kilîs, Riha, Semsûr, Êlih, Sêrt, Osmaniye û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Ordu û Hatayê yên Tirkiyeyê barana gur dibare.
Saziya Keşnasiyê ji bo rabûna lehî, vedana birûsk, barîna zîpik û pirsgirêkên trafîkê hişyarî da welatiyan û ji wan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê di navbera 6 heta 12 pileyan de dadikeve û hewa sar dibe.