Rûsya: Em piştgiriya lihev kirina Şam û Kurdên Rojava dikin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê piştgiriya xwe ji hikûmeta Sûriyeyê re ragihand ku amade ye diyalogê bi kurdên Sûriyeyê re bike.

28 Îlon 2017 - 11:36
28 Îlon 2017 - 11:36
 0
Rûsya: Em piştgiriya lihev kirina Şam û Kurdên Rojava dikin

Li gorî nûçeya ku ajansa Spûtnîkê da cih digire, piştî ku wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragihand ku amade ye diyalogê li ser xweseriya kurdan bi kurdan re bike, Zaxarovayê destnîşan kir vê daxuyaniya birêveriya Sûriyeyê bala wan kişandiye.

Zaxarovayê got: \"Em bi kêfxweşî pêşwaziya helwesta hikûmeta Sûriyeyê dikin ku hewl dide lihevkirineke niştimanî pêk bîne û mercan bo pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên wê di çarçoveya Sûriyeyek yekgirtî de.\"