Serdana Kiliçdaroglu bo HDPê hat paşxistin

Serdana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat paşxistin.

17 Adar 2023 - 03:34
17 Adar 2023 - 03:34
 0
Serdana Kiliçdaroglu bo HDPê hat paşxistin

Hat ragihandin ku serdana Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Hevpeymaniya Miletê yê ji bo Serokomariya Tirkiyê, bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat paşxistin.

HDPê eşkere kir: “Serdana namzedê Serokomariyê Birêz Kemal Kiliçdaroglu, ji ber bernameya wî ya sift, bo demeke din hatiye paşxistin.”

Biryar bû Kemal Kiliçdaroglu roja Şemiyê 18ê Adarê di demjimêr 13:00ê de li Navenda Giştî ya HDPê ligel Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan bicive.