Şerên dijwar di navbera Şervanên QSD û DAIŞê diqewimin

Hate ragihandin ku li bajaroka Mahmûdliyê ku di bin kontrola rêxistina terorîs a DAIŞê deye şerên dijwar diqewimin.

31 Berfanbar 2016 - 07:18
31 Berfanbar 2016 - 07:18
 0
Şerên dijwar di navbera Şervanên QSD û DAIŞê diqewimin

Şerên dijwar ku ji doh sibê ve têketin û derdora bajaroka Mahmûdliyê di navbera Şervanên Odaye Çalakiya Xezaba Firatê û DAIŞê diqewimin. Hate diyarkirin ku gelek terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Doh jî DAIŞê êrişî gundên Cebera Rojhilatê û Cebera Rojava kiribûn û di encamê de jî şerên dijwar qewimî bûn. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin şer hêj jî li wan deveran dewam dikin.