Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Ermenîstanê kir

Serok Barzanî îro 29ê Sibata 2024an bi Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan re civiya.

29 Sibat 2024 - 08:29
29 Sibat 2024 - 08:29
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Ermenîstanê kir

Serok Mesûd Barzanî li tora civakî “X” belav kir û dilxweşiya xwe li hember pêşwazîkirina Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan nîşan da.

Serok Barzanî ragihand, wan di civînê de gotûbêjêke berhemdar derbarê peywendiyên dualî yên di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de kirin.

Serokê Ermenistanê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên ligel berpirsên Iraqê, îro pênşemê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.