Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê dike

Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê dike û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo parastina aramî û seqamgiriyê tekez dike.

28 Çile 2024 - 14:23
28 Çile 2024 - 14:23
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê dike

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 28.1.2024) li Pîrmamê pêwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatan li ser astê deverê û pirsa gefên terorê li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û hevahengiyan ji bo parastina aramî û seqamgiriyê hat kirin.