Serok Barzanî: Bi hemû şiyana xwe piştgîrîya daxwazên xuşk û birayên êzdî dikim

Serok Mesûd Barzanî peyameka pîrzbahîyê arasteyî tevahiya êzdîyên Kurdistanê û cîhanê kir, bi hilkefta hatina cejina Çarşembî Sor peyamek belav kir.

17 Avrêl 2019 - 06:23
17 Avrêl 2019 - 06:23
 0
Serok Barzanî: Bi hemû şiyana xwe piştgîrîya daxwazên xuşk û birayên êzdî dikim

16. 04. 2019an Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe da aşkere kiriye ew germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên xwe yên êzdî dike û hêviya bexteweriyê ji w ara dixwaze.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala ola êzdî, Çarşema Sor, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê bo we dixwazim.

Li salên derbasbûyî de xuşk û birayên êzdî bi sedema zulm û tawênên terorîstan û nehezan êş û janeke zêde kişandin ku li dîrokê de wêneyê wê nebûye. Li vir da ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek ve piştgîriya daxwaziyên xuşk û birayên êzdî dikim û pêwîste jî hemû aliyek hevkar bê ji bo wê yekê ku bikarin ew bi xwe biryara çarenûs û paşaroja xwe bidin û birînên xwe bikevînin û dawî li koçberî û êşên wan bê.

Li vê helkeftê de xuşk û birayên êzdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê ew çanda dewlemend û birayetî û tebayî bê berfirehtir kirin.