Serok Barzanî: Em Hêvîdar in ti kes astengiyan li pêş destpêşxeriya proseya aştiyê li Tirkiyeyê dernexe

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmehê Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li Hewlêrê hat lidarxistin.

31 Cotmeh 2024 - 13:09
31 Cotmeh 2024 - 13:09
 0
Serok Barzanî: Em Hêvîdar in ti kes astengiyan li pêş destpêşxeriya proseya aştiyê li Tirkiyeyê dernexe

Serok Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Tiştê ku cihê dilxweşiyê ew e ku di van demên dawîn de me bihîst ku li Tirkiyeyê destpêşxeriyek ji bo pêvajoya aştiyê heye. Em hêvîdar in ku biser bikeve û ti kes astengiyan dernexîne.”

Serok Barzanî got jî: "Her kes dikare biaxive, lê şert û merc kiryar e. Hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

10. Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê bo heyama du rojan li Hewlêrê birêve diçe û tê de zêdetir ji hezar bijîjk ji navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê tê de beşdar in û dê 60 babetên akademîk di warê bijîşkî de dê bên pêşkêşkirin.