Serok Barzanî guhdariya pirsgirêkên xelkê dike

Serok Barzanî dê li parêzgeha Dihokê bi welatiyan re bicive.

21 Tebax 2023 - 08:20
21 Tebax 2023 - 08:20
 0
Serok Barzanî guhdariya pirsgirêkên xelkê dike

Li gorî ragihandinan, “Serok Barzanî dê 3 civînan bi pêkhateyên cuda yên xelkê herêmê re bike.”

Serok Mesûd Barzanî dê bi berpirsên îdarî, kadroyên PDKyê û welatiyan re bicive û rasterast guhdariya xelkê bike.

Her wiha hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê dê 3 civînan li Dihokê bike û got:

“Hevdîtina yekem dê bi xizmên şehîdan, Pêşmergeyên Dêrîn û kesên ku Madalyaya Barzanî wergirtine re be.

Civîna duyem dê bi rêxistinên pîşeyî û civakî yên navçeya Sêmêlê re û civîna sêyem jî dê bi beşên cuda yên xelkê Dihokê re be.”