Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Komkujiya Kurdên Feylî beşek ji jenosîda gelê Kurdistanê bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê jenosîda Kurdên Feylî de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Komkujiya bi hezaran Kurdên Feylî, di çarçoveya kampanya jenosîda û qirkirina gelê Kurdistanê de bû.”

3 Gulan 2023 - 02:54
3 Gulan 2023 - 02:54
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Komkujiya Kurdên Feylî beşek ji jenosîda gelê Kurdistanê bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Twittera xwe peyamek belav kir û tê de got: “Rejîma berê ya Iraqê bi hezaran Kurdên Feylî koçber kirin û kuştin, ku ev yek beşek ji kampaniya jenosîd û qirkirina gelê Kurdistanê bû.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Îro em daxwaz dikin ku pend ji paşerojê bê wergirtin û ev tawana hovane zêdetir bê naskirin.”

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke berçav ji akademîsyen, pispor û mêvanên navxweyî û biyanî, duhî 2ê Gulanê Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî derbarê jenosîda Kurdên Feylî de dest pê kir. Ev çalakî bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 li Hewlêrê tê lidarxistin û dê sê rojan berdewam be.