Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Belcîkayê li Iraq û Urdinê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Belcîkayê li Iraq û Urdinê Serge Dickschen kir.

18 Cotmeh 2023 - 11:29
18 Cotmeh 2023 - 11:29
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Belcîkayê li Iraq û Urdinê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Belcîkayê li Iraq û Urdinê Serge Dickschen kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanç pîrozbahî li Balyoz kir bi boneya destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.

Her di vê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, giringiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û pêşxistina pêwendiyên navbera Belcîka û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî de hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê, taybet bû bi pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan li ser cihên xwe.