Şewba Monkeypoxê, li cîhanê belav dibe
Şewba Monkeypoxê bi navê din ‘Kulîlka Meymûnan’ li cîhanê belav dibe.
Şewba Monkeypoxê bi navê din ‘Kulîlka Meymûnan’ li cîhanê belav dibe. Piştî Îngîltere, Portekîz û Îspanyayê, li Amerîkayê jî şewba Monkeypoxê cara yekemîn hat dîtin. Hat zanîn ku ev şewb, hem bi rêya hilmê hem jî bi rêya temasa çerm û cil û bergan belav dibe.
Şewba Monkeypoxê, ji malbata nexweşînên Poxviridaeyê ye û yek ji endamên celeba Orthopoxvirusê ye. Piştî 3 welatên ku ev şewb lê hat dîtin, li Amerîkayê jî hat ragihandin kesek bi vê şewbê ketiye. Ji Beşa Tenduristiya Gel a Massachusettsê hat ragihandin ku şewb, li ser laşê zilamekî ku rêwîtiya Kanadayê kiribû, hatiye dîtin.
Şewba Monkeypoxê, şewbeke Afrîkaya Navîn û Rojava ye ku li daristanên baranê yên tropîkal tê dîtin û nexweşiyeke zoonotîk e.