Şirnex: Li hinek herêman 15 rojan qedexe hat ragihandin
Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li hinek herêman 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Li parêzgeha Şirnexê herêmên Çiyayê Cûdiyê, Besta, Çiyayê Gabarê, Çiyayê Tenînê û hinek herêmên din 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Ev herêm wekî “herêma ewle ya taybet” a demkî hatin destnîşankirin û çûn û hatina wan herêman hat qedexekirin.
Parêzgariya Şirnexê derbarê herêmên ku hatine qedexekirin wiha got:
“Bi armanca rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê û rewşên neyînî û dabînkirina ewlehiya neteweyî, ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdiyê ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê û herêma Bestayê, Çiyayê Gabarê, Çiya Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Çiya Zêrê, herêma gundê Dol û Tenînê di navbera 28ê Îlonê û 12ê Çiriya Pêşîn de maweyê 15 rojan wekî `herêma ewle ya taybet` a demkî hat ragihandin.”
Parêzgariyê herwiha di daxuyaniyê de diyar kir ku bi şev û roj çûn û hatina welatiyan a wan herêman ji bo ewlehiya can û milkê wan metirsî ye.