Swêd koçberekî siyasî yê Kurd radestî Tirkiyê dike

Swêdê koçberekî siyasî yê Kurd ku ji ber doza PKKê siza wergirtiye, radestî Tirkiye kir.

3 Berfanbar 2022 - 05:22
3 Berfanbar 2022 - 05:22
 0
Swêd koçberekî siyasî yê Kurd radestî Tirkiyê dike

Kurdekî bi navê Mehmûd Tat ku xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, wî li Tirkiyê ji ber doza endametiya PKK/KCKê, 6 sal û 10 meh siza wergirtibû û sala 2015an koçberî Swêd bûbû. Lê Swêd daxwaza penaberiyê ya Mehmûd Tat red kiribû.

Polîsê Swêdê Mehmûd Tat bi balefirekî ji Stockholmê bo Tirkiyê dîport kir û şeva borî ji aliyê polîsê Stenbolê ve hate desteserkirin.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin. Di çarçoveya vê peymanê de jî Tirkiyê daxwaza radestkirina hejmarek endamên PKKê û Tevgera Gulenê dike