Tacikistan: Di erdheja 7.2 de ti kes nemiriye

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandiye ku Tacikistan îro roja pêncşemê bi hêza 7.2 hejîya.

24 Sibat 2023 - 05:30
24 Sibat 2023 - 05:30
 0
Tacikistan: Di erdheja 7.2 de ti kes nemiriye

Navenda Torên Erdhejê yên Çînê ragihand ku kurahîya wê erdheja li nêzî sînorê Çînê 10 kîlometre ye.

Erdhejê bandor li herêmên Xinjang, Kaşgar û Artuksê jî kiriye.

Medyaya fermî ya Çînê, Xinhua ragihand ku bi erdhejê ti kesî canê xwe ji dest nedaye û birîndar nebûye.

Karbidestên Tacikistanê jî dibêjin ku erdhêja bi hêza 7,2 ti kes nekuştiye û birîndar nekiriye.

Li gor ragihandina Xinhua, xetên elektrîk û yên ragihandinê jî saxlem mane.