Zankoyek Kanada li Hewlêrê tê vekirin

Zankoyeke Kanada li bajarê Hewlêrê ya paytexta Kurdistanê tê vekirin û berpirsek bazirganî jî li ser wê yekê daxuyaniyek da.

3 Çile 2017 - 10:29
3 Çile 2017 - 10:29
 0
Zankoyek Kanada li Hewlêrê tê vekirin

Serokê odeya bazirganiya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat ji malpera Neha re ragehand, di civîna li gel şêwirmendê bazirganiya buroya balyozxaneya Kanada ya Hewlêrê Eric Belter de, Erîc Belter ragehand, welatê wan hewl dide peyvendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Li gor gotina Dara Celîl Xeyat, Eric Belter amaje bi vê yekê kiriye ku ew li amadekarî de ne, bo anîna şandeke bazirganî ya Kanadayê ji herêma Kurdistanê re û rêkeftina li hev têgeheştinê di navbera odeya bazirganiya her du aliyan de îmza bikin.

Serokê odeya bazirganiya Hewlêrê ragehand, ku Kanada di demeke nêzîk de biryar daye zankoyeke bi hemû beşan ve û li gor standartên Kanad li Hewlêrê vebike.