Zaxo: 35 dibistan hatine nûjen kirin û 6 dibistan jî dê bên ava kirin

Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li îdareya serbixwe ya Zaxo hejmareke zêde ya dibistanan hatine nûjenkirin û hin dibistanên nû jî dê bên ava kirin.

5 Tebax 2023 - 06:35
5 Tebax 2023 - 06:35
 0
Zaxo: 35 dibistan hatine nûjen kirin û 6 dibistan jî dê bên ava kirin

Berdevkê îdareya serbixwe ya Zaxo Şivan Ebdî ji ajansa BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser peywirdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li îdareya serbixwe ya Zaxo giringî bi hemû sektorên jiyan û xizmet kirina xelkê hatiye dayîn. Sektora perwerdê jî yek ji wan sektoran bûye li Zaxo vejandineke mezin têde çêbûye û roj bi roj bêhtir xizmeta xelkê tê kirin.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Di dema kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li qeza navendî ya Zaxo û navçeya Batîfa 35 dibistan hatine nûjen kirin û 6 dibistanên din jî tên ava kirin.’’

Berdevkê îdareya serbixwe ya Zaxo diyar kir: ‘’Ew 6 dibistanên nû yên tên avakirin di qonaxa dawiyê de ne û dê sala nû ya xwandinê de bikevin xizmeta sektora perwerdê de.’’