Baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed bi çend mûşekan hat armanckirin

Careke din du mûşek li baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê ya ku ji aliyê Amerîka ve tê bikaranîn ketin.

25.10.2023, Çar - 08:11

Baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed bi çend mûşekan hat armanckirin
Nuçe Belav bike

Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Du berpirsên Artêşa Amerîkayê yên li Îraqê ji Reutersê re got ku 2 mûşek li Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ketine.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn ku hefteya borî li Îraq û Sûriyeyê gelek caran êrişî hêzên wan hatiye kirin.

Berdevkê Pentagon Patrick Ryder destnîşan kir ku 10 Îraqê êrişî 10 baregehên wan, li Sûriyeyê jî êrişî 3 baregehên wan hatiye kirin.

Rayedarên Amerîkayê amaje pê dikin ku wan tedbîrên xwe yên ewlehiyê xurttir kirine.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Beriya niha jî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê bûbû armanca mûşek û dronan.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x