Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê: Em dixwazin hinardekirina petrolê dîsa dest pê bike

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asîm Cîhad ragihand ku ew dixwazin petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê were hinardekirin. Cîhad derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got “Pêşî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Navbeynkariya Navdewletî tevbigere, piştre em dikarin li ser mijarên din gotûbêj bikin.”

29.03.2023, Çar - 05:36

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê: Em dixwazin hinardekirina petrolê dîsa dest pê bike
Nuçe Belav bike

Îraq Şemiyê ragihand ku wê doza navbeynkariyê ya ku sala 2014an li dijî Tirkiyê vekiribû bi ser ket, bi hêceta ku Enqerê “peymana di navbera her du welatan de binpê kiriye” ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya nefta xav a Kerkûk-Ceyhanê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Petrolê ya Iraqê ve hat dayîn de hat ragihandin ku dadgehê biryar daye ku Tirkiye di heyama 4 salên 2014-2018an de 1.4 milyar dolar tezmînat bide Iraqê. Piştî biryarê hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê jî hat rawestandin.

Ji Tirkiyê daxuyanî

Lê ezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê ragihand ku di doza di navbera Iraq û Tirkiyê de ku li Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) diha dîtin de biryar hatiye dayîn ku Iraq Tirkiyê qerebû bike.

Li aliyê din şandeke Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Aborî û Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî çû bajarê Bexdayê. Di şandê de Cîgirê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Kemal Mihemed û Serokê Lijneya Wezîran Omîd Sabah cih digrin.

“Em dixwazin hinardekirin dest pê bike”

Li ser vê mijarê Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ji Rûdawê re axivî û got “Hikûmeta Federal û Wezareta Petrolê ji ber giringiya wê ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî bê guman dixwazin proseya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bikin.

Asim Cîhad tekez kir ku rawestandina hinartina petrolê dê bandorê li tevahiya Iraqê bike û got “Hikûmeta Iraqê û Wezareta Petrolê kar dikin ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike. Heyetek ji Herêma Kurdistana Iraqê ji bo mijara hinardekirina petrolê gotûbêj bike hat Bexdayê. Her roja derengmayînê tê wateya bêtir zirarê dide aboriya neteweyî, budceya federal, dahata hinardekirina petrolê.”

Berdevk Cihad bal kişand ser wê yekê ku di vê demê de ew li ser biryara Dadgeha Navnetewî ya Navbeynkariyê disekinin û got ku ew li ser mekanîzmaya hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê di bin kontrola Wezareta Petrolê ya Iraqê û SOMO de ne.

Cîhad dibêje “Pêşî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Navdewletî ya hakemaniyê tevbigere, piştre em dikarin li ser mijarên din gotûbêj bikin.”

Cîhad herwiha li ser pirsa gelo di biryara dadgeha hakemê ya Parîsê de rewşek ji rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê cudatir heye yan na, wiha bersivand: “Ez nikarim li ser wê tiştek bibêjim. Em behsa hinartina petrolê dikin. Divê em realîst bin. Ez tenê behsa aliyên aborî dikim ku me neçar dikin ku destpêkirina hinartina petrolê bilez bikin.”

“Herêma Kurdistanê dê dahateke zêdetir bidest bixe”

Asim Cîhad dibêje “Danûstandin berdewam in, nêrînên cuda hene, birayên me yên Herêma Kurdistanê vê mijarê bi budceya giştî, rêkeftina siyasî û mijarên din ve girê didin. Îro em bi rewşekê re rû bi rû ne; biryara navbeynkariyê heye. Doza Wezareta Petrolê heye, Wezaret bi mekanîzmayên berê nikare pêvajoya hinartina petrolê bidomîne.”

Cîhad li ser hevdîtinên îro jî agahî da û wiha axivî “Wezîrê petrolê ragihand ku ew dixwazin hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin û ya ku herêma kurdistanê distînê zêdetir ji dahatê garantî bikin. Yek ji wan pêşniyaran jî ew bû ku bi rêya kompaniya bazirganiya petrolê ya Iraqê hinardekirina petrolê were şandin û di çarçoveya sindoqa lihevkirî de dahateke zêdetir ji Herêma Kurdistanê re were dayîn. Bi ya min ev çareseriya herî baş e. Bexda dilgiran e ku di zûtirîn dem de pirsgirêkê çareser bike. Bi rêya SOMO dest bi ji nû ve hinardekirina neftê bikin û dûv re mijarên din nîqaş bikin.”

Cîhad da zanîn ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bi erênî pêş de diçin û wiha berdewam kir “Piştî ku hikûmeta nû hat avakirin, di wan civînan de atmosfereke erênî hebû û tê de hemû mijarên girîng ên girêdayî girêbestên petrolê, hinardekirin û erkên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di nav hukûmeta federal de şîroveyên cûda yên peymanan, dabeşkirina dahatê hene, û ev hemî bi rengek erênî têne nîqaş kirin. Wezareta Petrolê amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wan nîşan da. Hemû hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bûn. Divê em berjewendiyên hemwelatiyên Iraqê berçav bigrin û ji bo peydakirina dahata herî zêde ji bo piştgiriya aboriya welat tevbigerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:45:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x