Berxwedana Îslamî: Me êrişî hêzên Amerîkayê kir

Grûpên çêkdar ên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin ragihand ku wan li Enbarê êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

26.01.2024, Cum - 11:42

Berxwedana Îslamî: Me êrişî hêzên Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê eşkere kir ku wan îro li Baregeha Eyn Esedê ya li Enbara Îraqê êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê da zanîn, ev êriş bi dronan pêk hatiye û wan gef li Amerîkayê xwar ku ew dê êrişên xwe bidomînin.

Berxwedana Îslamî piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê, ji 27ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 140 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye, Îraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye.

Amerîkayê 24ê vê mehê li Enbar û Babilê êrişê Lîwayên Hizbulahê kir û çekdarek hat kuştin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê demekê êrişên xwe sist kiribûn lê piştî vê êrişa Amerîkayê careke din êrişên xwe şidandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:03:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x