Bi vekişîna YPG'ê Deriyê Sinorê Rebîe ket bin kontrola Iraqê

Hêzên Iraqê ragihandin ku, bi vekişîna hêzên YPG'ê Deriyê Sinor ya Rabîa ku dikeve sinorê Sûriyê ket bin kontrola me.

26.10.2017, Per - 08:53

Bi vekişîna YPG'ê Deriyê Sinorê Rebîe ket bin kontrola Iraqê
Nuçe Belav bike

Fermandarekî artêşa Iraqê Hasan Riza ragihand ku hêzên girêdayî artêşê deriyê sînorî yê Rebîeyê ku dikeve bakurê rojavayê Mûsilê kontrol kirin.

Fermandarê Iraqî got, "Artêşa Iraqê ji YPGê xwest ji herêmê vekişin û piştî vekişîna wan artêşa Iraqê deriyê sînor kontrol kir."

Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê piştî kontrolkirina deriyê sînorê Rebîeyê ku ji sala 2014an ve girtîbû, li nav avahiya deriyê sînor bicih bûye.

Hêzên YPGê ji dema ku navçeya Rebîeyê ji aliyê Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hatibû standin ve, her du aliyên derîyê sînor kontrol dikirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x