Dadgeha Navneteweyî derbarê doza petrola Kurdistanê de biryara xwe da

Dadgeha Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê di doza ku li dijî Tirkiyê hatiye vekirin de Iraq mafdar dît. Wezareta Petrolê ya Iraqê jî pêşwazî li biryarê kir û daxwaz ji Tirkiyê kir ku pabendî biryarê bibe.

25.03.2023, Cts - 17:34

Dadgeha Navneteweyî derbarê doza petrola Kurdistanê de biryara xwe da
Nuçe Belav bike

Ajansa Reutersê ragihand ku veguhestina petrola Herêma Kurdistana û Kerkûkê bo Tirkiyê hatiye rawestandin.

Li gor nûçeya Reutersê, Iraqê roja Şemiyê hinartina nefta xav ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê rawestandibû, Tirkiyê jî ji Iraqê re gotibû ku ew rêzê li biryara dadgehê digire û êdî rê nade ti gemiyek bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê jî ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Dadgeha Parîsê dikin, ku biryar daye nabe bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bê hinardekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê, ev biryar nîşan dide ku Wezareta Petrolê ya Iraqê, bi rêya SOMO, tekane sazî ye ku ji bo birêvebirina hinardekirina neftê bi rêya Bendera Tirkiyê re destûr heye.

Iraqê ragihand ku piştî biryara Dadgeha Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê, hinardekirina nefta xav a Herêma Kurdistanê û bakurê Kerkûkê rawestandiye.

Hikûmeta Iraqê li dijî hinartina petrola Kurdistanê bi rêya benderên Tirkiyê bo cîhanê doz li Dadgeha Bazirganiya Navdewletî vekiribû.

Di vê dozê de Tirkiye bi binpêkirina peymana sala 1973an a di navbera Enqerê û Bexdayê de hat tohmetbarkirin, ku bêyî destûr hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê petrol bo bazarê cîhanê were hinardekirin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê pêşwazî li biryara Dadgeha Bazirganî ya Navdewletî (ICC) ya roja 23ê Adara 2023ê dike û dibêje: “Di çarçoveya gilîkirina Komara Iraqê de ji ber binpêkirina rêkevtina boriya petrolê ya sala 1973 di navbera Iraq û Tirkiyê de, Dadgeha Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê di berjewendiyê Iraqê de biryar da.”

Şeva 24ê Adarê Dadgeha Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê biryara doza ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye ji medyaya cîhanê re ragihand. Dadgehê biryar da ku nabe bêyî destûra hikûmeta federal a Iraqê, keştiyên petrolê yên wî welatî ji benderên Tirkiyê ber bi bazarên cîhanê ve biçin.

Di Sibata 2022an de Dadgeha Federalî ya Iraqê girêbestên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayên navdewletî re ji bo hinartina petrolê hilweşandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:44:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x