Iraq dawî li dosyeya koçberên navxwe tîne

Iraq dema bidawîanîna dosyeya awareyên navxwe radigihîne, aware bo cih û warê xwe têne vegerandin.

30.12.2022, Cum - 09:10

Iraq dawî li dosyeya koçberên navxwe tîne
Nuçe Belav bike

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq dema bidawîanîna dosyeya awareyên navxwe ragihand û ji bo vê mebestê şeş meh hatiye diyarkirin, herwiha ji aliyên siyasî daxwaz kir, destwerdanê di vê dosyeyê de nekin.

Îvan Fayeq di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, hevahengiyeke bihêz di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji bo yekxistina kampan heye û tekezî li girîngiya pêkanîna rewş û jîngeheke guncaw ji bo vegerandina awareyan bo ser cih û warên wan kiriye.

Fayeq destnîşan kir, plana wan heye ku piştî vegerandina wan bo cihên wan ên resen, kar ji bo têkelkirina awareyan bi civakê, were kirin.

Li gor amaran, heta niha 37 hezar malbatên Iraqî li kampan di awareyî de dijîn, ku hejmara wan 750 hezar kes e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x