Iraq: Îranê dest danî ser keştiyekê

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku Îranê li avên hevpar dest daniye ser keştiyeke bi alaya Tanzanyayê.

10.01.2024, Çar - 11:48

Iraq: Îranê dest danî ser keştiyekê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ev keştî di avên hevpar ên Îraq û Îranê de bû lê nêzîktirî Îranê bûye û neketiye nav ava Îraqê.

Meysem Safî da zanîn ku hêzên Îranê ev keştî ber bi aliyê xwe ve biriye û wan dest daniye serê.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê herwiha diyar kir ku keştî hîn jî di destê Îranê de ye û ew nizanin bare wê çi ye.

Sînorên avê, bi taybetî jî yên li herêma Şetul Erebê ji zû ve di navbera Îran û Îraqê de dibin pirsgirêk.

Her du dewletan sala 1975an ji bo çareserkirina van pirsgirêkan Peymana Cezayîrê îmze kir lê rejîma berê ya Îraqê ji peymanê vekişiya.

Îranê Îlona 2023yan jî li Kendavê bi hinceta veguhastina petrola qaçax dest danîbû ser du keştiyên bi alayên Panama û Tanzanyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:49:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x