Iraqê di meha Gulanê de ji firotina petrolê 7.3 milyar dolar bi dest xist

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku Iraqê di meha Gulanê de zêdetirî 7.3 milyar dolar ji firotina petrolê bi dest xistiye, ku bi giştî dahata petrolê di pênc mehên destpêkê yên salê de gihişte 37 milyar dolaran.

02.06.2023, Cum - 10:21

Iraqê di meha Gulanê de ji firotina petrolê 7.3 milyar dolar bi dest xist
Nuçe Belav bike

Di raporta ya mehane Wezareta Petrola Iraqê de hat ragihandiye ku di meha Gulanê de zêdetirî 102 milyon bermîl petrola xav hatiye hinardekirin, bi rêjeya navînî 3.3 milyon bermîl di rojekê de û bihaya her bermîlekê jî 71.3 dolar bûye.

Li gorî hejmarên raportê di meha Gulanê de bi giştî 7.306 mîlyar dolar ji firotina neftê hatiye bidestxistin û li gorî meha Nîsanê kêm bûye ku di wê mehê de 7.7 milyar dolar dahat hatibû destxistin.

Tevî ku Iraqê di meha Gulanê de çar milyon bermîl zêdetir ji meha Nîsanê hinarde kir jî lê ji ber ku nirxê her bermîlek nêzikî hef dolaran daketiye dahata vê mehê kêmtir bûye.

Sindoqa Diravan a Navdewletî roja Çarşemê ragihand ku ji ber kêmkirina berhemanîna petrolê û rawestandina petrola Herêma Kurdistanê geşepêdana aboriya Iraqê di mehên dawî de kêm bûye.

Di 23ê Adara 2023an de, Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê li ser giliya Iraqê û piştî çend salan biryara xwe ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re aşkere kir.

Giliyê Iraqê li ser çend aliyan bûye ku qaşo di wan waran de rêkeftina sala1973an a di navbera Iraq-Tirkiyê de hatiye binpêkirinên, ku ew jî, depokirin, veguhestin, bikaranîna taybet, bikarbirin û barkirina petrolê ne.

Piştî biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê ya derbarê hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, ji 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hatiye rawestandin û heta niha jî dest pê nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x