Ji ber şewata li Hemdaniyeyê şîna giştî hat ragihandin

Li Îraqê ji ber şewata hola dewetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya Mûsilê, 3 roj şîn hat ragihandin.

27.09.2023, Çar - 13:02

Ji ber şewata li Hemdaniyeyê şîna giştî hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê şevê din li holeke dawetê şewat derket.

Herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 500 kesî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îraqê INAyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî şewata hola dewetê, li seranserê Îraqê 3 roj şîn ragihand.

Ji aliyê din ve, Parêzgarê Nînowayê Nicim Cibûrî jî ji ber bûyera li Hemdaniyeyê hefteyek şîn li parêzgehê ragihand.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest daye.

Duberdanî herwiha diyar kir ku li hola dawetê 800 kes hebûn û herî kêm 500 kes birîndar bûne.

Hinek birîndarên şewatê li nexweşxaneyên Hewlêr û Dihokê tên dermankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x