Koalîsyon: Di navbera pêşmerge û Heşda Şeibî de agirbest!

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku niha agirbestek di navbera Pêşmerge û Heşda Şebî de hatiye ragihandin û ew dixwazin ew agirbest berdewam be.

27.10.2017, Cum - 12:05

Koalîsyon: Di navbera pêşmerge û Heşda Şeibî de agirbest!
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞ\'ê Ryan Dillon da zanîn ku niha agirbestek di navbera Pêşmerge û Heşda Şebî de hatiye ragihandin û ew dixwazin ew agirbest berdewam be.

Piştî encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li dijî Kerkûkê êriş dabûn dest pê kirin. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon diyar kir ku di navbera Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê de piştî 10 rojan agirbest hatiye ragihandin.

Ryan Dîllon di axaftina xwe ya Rûdaw\'ê de li ser mijara bikaranîna çekên Amerîkî li dijî pêşmerge, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê got: “Ya dikarim bêjim ew e, bi rêka hin raporan haya me ji vê çêbûye ku di nava yekîneyên Heşda Şeibî de sûd ji çekên me hatiye wergirtin. Hinek yekîneyên nav Heşda Şeibî de hene ku rê ji me re nayê dayîn em çekan bidin wan. Herwiha em nikarin bazirganiyê bi çekan bikin, em tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê perwerde didin leşkeran. Em naxwazin peywendiya me bi wan grûban re hebe, ku mafên mirovan binpê dikin. Lê ev nayê wê wateyê k user bi Îranê ve bin an jî dîrokek wan li gel rêxistinên terorîstî hebe.”

Her wiha Fermandarê Pêşmerge Dr. Kemal Kerkûkî axaftina xwe ya ku li gel Sputnikê de kiriye, eşkere kir ku ji şeva borî ve şer hatiye rawestandin û ji bo bidawiyê kirina şer hemahengî hatiye avakirin. Herweha niha Amerîka hewl dide herdu alî rêkevin, civîna îşev ya ewlehiyê u hewlên welatên mezin weku Rûsya te didin ji bo ku şer rawiste û danustan destpê bike. Em êriş û şer nakîn lê eger Iraq êriş bike em ê besiva wa bitundî bidîn.

Hat eşkerekirin ku şer ji bo 24 saetan hatiye rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x