Li Bexdayê li dijî şewitandina Qurana pîroz xwepêşandan dest pê dikin

Îro alîgirên Tevgera Sedir li dijî şewitandina Qurana pîroz, li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dê xwepêşandan li dar bixin.

30.06.2023, Cum - 06:39

Li Bexdayê li dijî şewitandina Qurana pîroz xwepêşandan dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Îro alîgirên Tevgera Sedir li dijî şewitandina Qurana pîroz, li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dê xwepêşandan li dar bixin.

Êvara roja Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an, Lijneya Navendî ya Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro Înê di demjimêr 17:00 heta 16:00an, xwepêşandana hêrsa milyonî ya alîgirênSedir li Bexda û li ber Balyozxaneya Swêdê li dijî şewitandian Qurana pîroz dest pê dike.

Di daxuyaniyê de ji xwepêşanderan hatiye xwestin ku rêyan negirin û nabe ala Swêdê bişewitînin, tenê dikarin ala hevregezbaziyê bişewitînin.

Herwiha bikaranîna ala Seraya Selam, gotinên dirûşm û bilindkirina hemû cûre wêneyan hatiye qedexekirin.

Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitand.

Salwan Momika ku çend sal berê ji Iraqê reviyaye Swêdê, ji polîs destûr xwestiye ku pirtûka pîroz a misilmanan Quranê bişewitîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:49:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x