Li Diyaleyê dronek ket

Li qezaya Şarebanê ya parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê dronek ket.

19.01.2024, Cum - 05:48

Li Diyaleyê dronek ket
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku berpirsekî ewlehiyê yê Diyaleyê dane Rûdawê, dron şeva borî derdora demjimêr 18:50î ketiye û hêzên ewlehiyê rê nedaye kesek nêzîkî cihê bûyerê bibe.

Heman berpirsî da zanîn ku hîn ne zelal e dron hatiye xistin an ketiye.

Li gorî şahidên bûyerê, li rojhilatê Şarebanê agir girtiye vê drone vê drone û paşê ketiye.

Piştî ku 7ê Çirina Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, 17ê heman mehê êrişên dronî yên ku hêzên Amerîkayê yên li Enbar, Eyn Esen, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikin hedef dest pê kir.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê êrişî hêzên Amerîkayê dike.

Ew grûp, hêzên Amerikayê bi angaşta ku Amerîka li Xezeyê piştgiriyê dide Îsraîlê dikin armanc.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagon), ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 130 carî êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.

53 ji van êrişan li Îraq û Herêma Kurdistanê, 77 êriş jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x