Li Mûsilê civînek qrîtîk!

Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ragihand, ku ji bo danûstandinan şandekî bilind a leşkerî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û dê li gel şanda Iraqê li Mûsilê bicive.

28.10.2017, Cts - 08:59

Li Mûsilê civînek qrîtîk!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw\'ê de cih digire Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ragihand, ku ji bo danûstandinan şandekî bilind a leşkerî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û dê li gel şanda Iraqê li Mûsilê bicive. Zêbarî eşkere kir, ku dê berpirsên leşkerî yên Amerîkayê jî di civînê de made bin.

Sererkanê berê yê Iraqê babekir Zêbarî ragihand, îro nîvro 28-10-2017 şandekî bilind a leşkerî ya Herêma Kurdistanê diçe Mûsilê û li gel berpirsên bilind ên leşkerên yên Iraqê dicivin.

Zêbarî da xuyakirin, ku dê berpirsên amerîkî jî di civînê de amade bin û got: “Pêşbînî tê kirin ji bo rawestandina şer herdu alî bigihin rêkeftinê.”

Babekir Zêbarî diyar kir, hemû hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo wê yekê ne, ku pirsgirêkên li gel Bexdayê bi riya diyalogê werin çareserkirin.

Zêbarî got: “Herêma Kurdistanê heta niha destpêşxeriya şer nekiriye û tenê bersiv daye êrîşên li hemberî xwe.”

Roja 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîş kirin ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê. Pêşmerge li Pirdê, Mexmû û Rebîeyê bersiveke tund da êrîşan û duh jî di navbera herdu aliyan de agirbestekî 24 demjimêrî hate ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x