Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 hat pêkanîn

Wezîrê Dadê yê Iraqê, pêkanîna Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûra Iraqê ragihand, ku ji sala 2014an ve karên wê lijneyê hatibûn rawestandin

29.11.2022, Sal - 06:55

Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 hat pêkanîn
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 28ê Mijdara 2022yan, Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî di konferanseke rojnamevanî de, pêkanîna Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 ragihand, ku di bernameya pesendkirî ya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de jê re dema mehekê hatibû diyarkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê destnîşan kir, tunebûna vê lijneyê, sedema dirustibûna valahiyeke mezin bû ji bo erebkirina Kerkûkê û deverên din ên veqetiyayî, bi pêkanîna lijneyê careke din cîbicîkirina maddeya 140 dikeve ser rêya karên xwe.

Derbarê destbikarkirina Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûrê de, Wezîrê Dadê yê Iraqê eşkere kir, di nava 10 rojan de ew lijne dest bi kar dike û budceya xwe ya pêşbînîkirî pêşkêşî Encûmena Wezîran a Iraqê dike, da ku di budceya giştî ya sala 2023yan a federalî de pereyên pêwîst ji bo wê were terxankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:25:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x