Mesrûr Barzanî beşdarî merasima şîna qurbaniyên bûyera Hemdaniyê dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê dibe.

30.09.2023, Cts - 15:41

Mesrûr Barzanî beşdarî merasima şîna qurbaniyên bûyera Hemdaniyê dibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Îlona 2023an, beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê li bajarokê Enkawayê yê ser bi Hewlêrê ve dibe.

Her îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê yên li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir, hêviya başbûnê ji wan re xwest û careke din piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî û dermankirina birîndaran dubare kir.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî 27.09.2023an ragihand ku li Hewlêrê 47 birîndar û li Duhokê jî 20 birîndar tên dermankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x