Mîsal Alûsî: Çavê Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengî li Serok Barzanî ye

Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alûsî ragehand, aliyên şer ên naha li Bexdayê çavê wan li Serok Barzanî ye ku Bexda ji vê rewşê rizgar bike.

30.08.2022, Sal - 09:39

Mîsal Alûsî: Çavê Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengî li Serok Barzanî ye
Nuçe Belav bike

Mîsal Alûsî di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand, ji aliyekî dîmenên Sediriyan û hikûmeta Iraqê û ji aliyê din ve dewleta kûr û milîsan û herwaha dabeşbûna Çarçoveya Hemahengî ya bi awayê tundrew û aqilmendan de pir balkêşe û çavên wan li Serok Barzanî ye bo rizgar kirina Bexdayê.

Alûsî diyar kir, Çavê Iraqiyan jî li ser Kurdistanê ye, ku wek maleke aram e, ku pêşwaziyê li wan aliyan bike ku dijî çek û kuştinê ne.

Duh 29.08.2022yê şerekî giran li navçeya Kesk a Bexdayê û beşeke zêde ya parêzgehên naverast û başûrê Iraqê, di navbera milîsên Seraya Selam û grubên din ên Heşdî Şeibî de destpê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x