Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

13.01.2024, Cts - 16:22

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê Îraq ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî dûr bimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdaya paytexta Îrawê bi amadebûna gelek berpirsan beşdarî merasîma bibîranîna 21emîn salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî merasîmê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtenek pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Barzanî û Sûdanî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê aştî, aramî û serwerî li welat were parastin û Îraq ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî dûr bê xistin.

Herwiha di hevdîtinê de pêngavên hevbeş ên hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo çareserkirina bûdce, mûçe, hinartina petrolê û pirsgirêkên din ên îdarî, darayî û aborî hatin gotûbêjkirin.

Serkirdeyan amaje bi wê yekê jî kir ku divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û diyar kirin ku ew li ser heman nêrînê ne ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji vê rewşê zirarê nebînin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir “Divê çareseriyeke dawî ji bo mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hebe û bi mijarên din re neyê tevlihevkirin.”

Li aliyê din Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her du aliyan li ser çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê gotûbêj kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x