Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka civîna şanda Herêma Kurdistanê û Sûdanî aşkere dike

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civîna bi li şanda pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, tekezî li çareserkirina pirsgirêkên yasayî û darayî li gorî destûrê kirine.

14.09.2023, Per - 11:30

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka civîna şanda Herêma Kurdistanê û Sûdanî aşkere dike
Nuçe Belav bike

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê derbarî civîna Sûdan û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: “Di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên yasayî û darayî li gor destûrê hatiye kirin.”

Da zanîn jî, Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê ku rêbaza hikûmeta wî li ser bingeha aramiya hertimî û dûr ji nakokiyan e û got: “Ev hikûmet ji bo dîtina çareseriyeke rîşeyî ligel Herêma Kurdistanê, cidî ye.”

Wî amaje bi wê yekê jî kir, hikûmeta wî kar kiriye û niha jî kar dike, da ku jiyaneke guncaw ji bo welatiyên Iraqê û di nav de jî welatiyên Herêma Kurdistanê bê misogerkirin û ti awayî bandora pirsgirêkên yasayî û îdarî li wan nebin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x