Ofîsa Sûdanî: Ligel şanda PDKê tekezî li cîbicîkirina karnameya hikûmetê û encamdana hilbijartinan hat kirin

Şanda Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî yê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

08.08.2023, Sal - 19:04

Ofîsa Sûdanî: Ligel şanda PDKê tekezî li cîbicîkirina karnameya hikûmetê û encamdana hilbijartinan hat kirin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, ligel şanda PDKê civiyane û tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan ji bo çareseriya kêşeyan kirine, her wiha tekezî li cîbicîkirina karnameya hikûmetê û encamdana hilbijartina kirine.

Êvara Sêşemê 8ê Tebaxa 2023an, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir: “Me pêşwazî li şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, di hevdîtinê de me behsa rewşa giştî ya welat kir, her wiha me tekezî li girîngiya piştevanîkirina hikûmetê di cîbicîkirina bername û siyasetên giştî di pêşxistina rastiya aboriyê û xizmetguzariya welat de, di heman demê de dabînkirina pêwîstiyên welatiyan ji bo xizmetguzariyan û baştirkirina rewşa wan, kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin, tekezî li encamdana wê hatiye kirin, her wiha pêwîstiya dirustkirina zemîneke libar ji bo hilbijartinên dadperwerane û bêalî ku bibe sedema bilindkirina seqamgîriya siyasî û ewlehiyê li navçeyê û pêkanîna xwesteka welatiyan.

Îro Sêşemê 8ê Tebaxa 2023an, Şanderê Kurdistan24ê Newres Ebdullah li Bexdayê ragihand, şanda Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî yê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya ji bo behskirina mijara mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 167 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x